Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li Erzirom, Agirî, Qers û Erdexanê berf dibare.

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li Erzirom, Agirî, Qers û Erdexanê berf dibare.

Li Erziromê şilopeya ku duh dest pê kir, nîvê şevê vegerand berfê û destê sibehê jî tesîra xwe zêde kir.

Li bajêr ji ber barîna berfê her der spîçîl bû. Lewma jî welatiyên ku bêtedbîr ji malê derketin, di rê da zehmetî kişandin.

Li bajêr herwiha ekîbên berfê ji bo ku di veguhestinê da pirsgirêk dernekeve dest bi xebatên xwe kirin. Herwisa li bajêr çend heb jî qezayên trafîqê yên piçûk çêbûn.

- Agirî

Li Agiriyê barana ku 2 roj e dewam dike, destê sibehê vegerand berfê.

Li bajarê ku piştî barîna berfê kirasê spî li xwe kir, wesayîtên li ser Rêya Dora Bajêr bi zehmetî çûn.

Hin welatiyan ji ber berfê di çûn û hatinê da zehmetî kişandin, li gundên ku li ciyên serdest in jî zarok derketin derva û ji xwe ra leyîstin û bûka berfê çêkirin.

Welatî Yakup Bilgin diyar kir ku li gorî salên çûyî îsal berf dereng ket, lewma jî wan bêriya zivistanê kiriye.

Bilgin diyar kir ku bedewiya her demsalê cuda ye û wiha dewam kir, "Zivistanê bêyî berf nabe, lêbelê li ser jiyanê tesîreke neyênî dike. Bi ketina berfê helbet dîmenên xweşik jî derdikevin holê."

- Qers

Li Sariqamûşa navçeya Qersê jî berfa ku 3 roj e dikeve, li ser jiyanê tesîreke neyênî hişt.

Li navçeya ku kirasê spî li xwe kir, stûriya berfê derket 15 santîmetreyan, li Navenda Kaşûnê Cibiltepeyê jî derket 20 santîmetreyî.

Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma18emîn jî li navçeyê xebatên xwe yên paqijkirina berfê didomînin.

- Erdexan

Li Erdexanê jî berfa ku destê sibehê dest pê kir, bajêr spîçîl kir.

Esnaf berfa li pêşiya kargehên xwe, kesên ku wesayîtên wan hene jî berfa li ser wesayîtan paqij kirin.

Rayedaran destnîşan kirin ku barîna berfê li parêzgehên navborî û ciyên serdest ên herêmê dewam dike, lewma jî ajokar divê bêyî zincîr dernekevin rê.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE