Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê wê tavî û taviya bibirqetav hebe

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Tê payîn ku li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê tavî û taviya bibirqetav bê.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê perçe û pir ewrayî be.

Wisa tê payîn ku piştî danê nîvrojê li rojhilatê Erzirom û Agiriyê û dor û berê Qers, Erdexan û Îdirê tavî û taviya bibirqetav wê bi tesîr be.

Li herêmê germahiya hewayê gorî demsalê wê zêde be û ji alî bakur û bakurê rojava ra bayê ku hênik tê wê car caran tesîra xwe zêde bike.

Di nav rojê da germahiya herî zêde li Erzincanê 37, Îdirê 36, Agiriyê 34, Erziromê 33, Qersê 31 û Erdexanê jî 30 pile tê payîn.

Bi şev germahiya herî kêm jî li Qers û Erdexanê 10, Erzirom û Agiriyê 13, Îdir û Erzincanê jî 19 pile tê payîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE