Tê texmînkirin ku li 5 bajarên Rojhilatê Anadoluyê baranê bibare.
Di daxuyaniya MIdûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî û ewrsayî be.
Tê texmînkirin ku ji danê nîvro pê va li Erzirom, Erzincan, Qers, Erdexan û Tunceliyê baranê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be û bayê rabe.
Li gor texmînan di nav rojê da germahiya hewayê li Îdirê 30, li Tunceliyê 29, li Agiriyê 26, li Erzincanê 23, li Qersê 22, li Erziromê 21 û li Erdexanê jî 20 pile be.
AA