Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li deverên bilind ên Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf tê payîn

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li deverên bilind ên Erzirom, Qers û Erdexanê şilope û berf tê payîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be.

Ji serê sibehê pê va li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Îdirê bi navber baran, li deverên Erzirom, Qers û Erdexanê jî şilope û berf tê payîn.

Li gor texmînê ji mexrebê şûnda li bakurê Erziromê û li Qers û Erdexanê cî bi cî berf wê zêde bibare.

Li herêmê germa hewayê wê li gor şertên demsalê di navbera 2 û 4 pileyî da kêm bibe.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 24, li Agiriyê 19, li Îdir û Erzincanê 17, li Erziromê 13, li Qersê 11 û li Erdexanê 9 pile tê payîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE