Li rojhilatê welêt bişev germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da 3 pile li Qers û Erdexanê hat pîvandin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê da hat gotin ku li herêmê wê hewa kêm ewrayî û sayî be û berdestê sibehê û bişev jî hin der wê bi mij û moran be.
Tê payîn ku germahiya hewayê li herêmê gorî demsalê di navbera 4 û 6 pileyan da zêde be û ba jî ji alî bakur va wê nerm bê û car caran jî tesîra xwe zêde bike.
Li herêmê germahiya herî kêm Tunceliyê 6, Erzincan û Îdirê 3, Erzirom û Agiriyê sifir û li Qers û Erdexanê jî di bin sifirê da 3 pile bû.
AA