Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev û serê sibê mij û dûman tê payîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be, bi şev û serê sibê jî mij û dûman wê çêbibe.
Ji danê nîvro pê va aliyê bakur baran û şilope wê bibare, li bakurê rojhilatê jî berf tê payîn.
Germa hewayê li herêmê wê li gor şert û mercên demsalê be, ji aliyê bakur wê bayekî nerm û car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Qersê 4, li Erdexanê 3, li Erzirom û Agiriyê 0 pile, li Erzincanê 2, li Îdirê 3, li Tunceliyê 4 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 20, li Erzincan û Îdirê 17, li Agiriyê 16, li Erziromê 15, li Qersê 14, li Erdexanê 13 pile tê payîn.
AA