Hat ragihandin li bakurê Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf tê payîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.
Ji danê nîvro pê va aliyê bakur baran û şilope wê bibare, li bakurê rojhilatê jî berf tê payîn.
Germa hewayê li herêmê wê li gor şert û mercên demsalê kêm be, ji aliyê bakur wê bayekî nerm û car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Qers û Erdexanê 3, li Erziromê 0 pile, li Îdirê 2, li Erzincanê 4 û li Tunceliyê jî 5 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 15, li Tunceliyê 14, li Agiriyê 10, li Erzincan û Qersêê 9, li Erziromê 7, li Erdexanê 4 pile tê payîn.
Li Erdexanê ji ber sermayê paceyên wesayîtan û pelên daran qiravî girt.
AA