Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Rojhilatê Anadoluyê qeşa û cemed tê payîn

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluqeşa, cemed, cî bi cî mij û xumam tê payîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê ji 2 pileyan heta 4 pileyan zêde bibe.

Li herêmê bi şev û serê sibehê qeşa cemed, cî bi cî mij û xumam tê payîn.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Qersê 7, li Erdexan û Agiriyê 6, li Erziromê 2, li Erzincan, Îdir û Tunceliyê sifir pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 16, li Erzincanê 15, li Agiriyê 14, li Îdir û Erziromê 13, li Erdexanê 12 û li Qersê 11 pile tê payîn.

Li Qersê hewa sar e û camên wesayîtan û dar û beran qiravî girt. Hin şofêran betanî li wesayîtên xwe wer kirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE