Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm di bin sifirê da li Qersê 10 pile hat pîvandin.
Gorî daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê li seranserê herêmê hewa wê ewrayî û kêm ewrayî be.
Germahiya hewayê gorî astên demsalê be û bayê ji alî bakur û rojava va bê jî wê car caran tesîra xwe zêde bike.
Li seranserê herêmê wê bi şev û ber destê sibehê mij û xumamê hebe.
Li herêmê hewaya herî sar di bin sifirê da li Qersê 10, Erdexanê 8, Erzirom û Agiriyê 5, Erzincan û Îdirê jî 2 pile hat pîvandin.
Li Erdexanê û Sariqamîşa navçeya Qersê jî ji ber hewaya sar qeşayê avêt guliyê daran û camên wesayîtan cemed girtin.
Ji şêniyên Erdexanê Bulent Kartal diyar kir ku dema ew serê sibehê ji mala xwe derdikevin hewa pir sar e û camên wesayîtên wan cemed digirin.
Li Sariqamîşa navçeya Qersê jî Çemê Acisûyê cemed girt û welatiyan jî ji bo camên wesayîtên wan cemed negirin bi brandayê nixûmandin.
AA