Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li rojhilatê welêt hewaya herî sar bi 8 pileyên binê sifirê va li Qersê hat pîvandin

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi 8 pileyên binê sifirê va li Qersê hat pîvandin.

Di daxuyaniya midûriyeta herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê mij û moranê bikeve û hewayê ewrsayî be.

Li herêmê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê bakur ra rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Qersê di binê sifirê da 8, li Erdexanê di binê sifirê da 7, li Agiriyê di binê sifirê da 5, li Erzirom û Îdirê di binê sifirê da 2, li Tuncelî û Erzincanê jî 2 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Tunceliyê 16, li Erzincanê 12, li Agirî û Îdirê 11, li Erdexan û Qersê 8, li Erziromê jî 7 pile be.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE