Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Rojhilatê germahiya herî kêm li Qers û Erdexanê hat pîvan

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm a bi şev di bin sifirê da bi 8 pileyan va li Qers û Erdexanê hat pîvan.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û kêm ewrayî be, serê sibê û şev dem demî mij û dûman wê çêbibe.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla başûr û rojava bayekî nerm, dem demî jî nîveqewî bê.

Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Qers û Erdexanê 8, li Agiriyê 5, li Erziromê 4 û li Îdirê jî 2 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 16, li Erzincan û Îdirê 12, li Erziromê 11, li Agiriyê 10, li Qers û li Erdexanê jî 8 pile tê payîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE