Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li 7 bajarên rojhilatê berf û şilope tê payîn

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li 7 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope li deverên bilind berf tê payîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be, bi navber bariyên ewran wê bibarin.

Bariyên ewran wê bi giştî baran be, li aliyê bakur û rojhilatê şilope û berf, li deverên bilind jî berf bibare.

Li gor texmînê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.

Li herêmê germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Erdexanê 4, li Agiriyê 3, li Erzirom û Qersê 2 pile hat pîvan. Li Îdirê bişev germahî sifir, li Tunceliyê 2, li Erzincanê 3 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 13, li Îdirê 11, li Erzincanê 9, li Agirî û Qersê 8, li Erdexanê 7 û li Erziromê 6 pile tê payîn.

Ji ber ku li herêmê berf tê payîn, divê welatî û rayedar baldar bin û tevdîran hildin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE