Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li rojhilatê berf dibare, sar e û mij heye...

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li herêma rojhilatê berf dibare, sir û seqem e û mij heye.

Li Erziromê berf dibare û wesayîtên parqkirî û der û dora di binê berfê da man.

Li bajêr sir û serma heye û ekîbên şaredariyê ji bo avêtina berf û cemedê dixebitin.

- Tuncelî

Li Ovacixk, Pulumur, Xozat û Nazimiyeya navçeyên Tunceliyê dem bi dem berf dibare.

Li navçeyên ku şert û mercên zivistanê lê dijwar derbas dibin, baniyên avahiyan û ser wesayîtan spî bû.

Welatiyan berfa ber derî û şêmîkên xwe avêt.

Ekîb ji bo vekirina rêyên tax û gundan dixebitin.

- Erdexan

Li Erdexanê jî sir û serma jiyanê dixe tengasiyê.

Li bajêr ji ber sir û sermayê rê û peyarêyan cemed girt, rûyê çem û robaran qerimî.


- Îdir

Li Îdirê jî sir û serma bi taybetî li deverên bilind zêde ye.

Li navçeya Tuzlucayê germa hewayê heta 10 pileyî ket binê sifirê, qismekî hin çem û robaran qerimîn.

- Qers

Li Qersê piştî berf barî sir û sermayê dest pê kir.

Di sermayê da ser daran qiravî çêbû, bi baniyên avahiyan va şembelîk daliqîn.

Ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû û şofêran tengasî kişand.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE