Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya herî nizim, 12 pile di bin sifirê da, li Erdexanê hat pîvan.

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya herî nizim, 12 pile di bin sifirê da, li Erdexanê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê bi giştî hewa perçe ewrayî be.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî nizim, di bin sifirê da li Erdexanê 12, li Erziromê 8, li Erzinganê 7, li Qers û Agiriyê 6, li Tunceliyê jî pileyek hat pîvan. Li Îdirê jî bi şav germahî sifir pile hat pîvan.

Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Tunceliyê 10, li Îdirê 7, li Erzinganê 5, li Erzirom û Agiriyê 1, li Erdexanê jî di bin sifirê da pileyek be.

Li herêmê piştî ku berf ket, stûriya berfê li Erziromê 12, li Agiriyê 7, li Erdexanê 5 û li Erziromê jî 3 santîmetre hat pîvan.

Rayedaran destnîşan kir ku li herêmê bi giştî ji ber ku hişkî û serma dê çêbe, divê welatî û kesên eleqedar baldar û bi tedbîr bin.

Ji aliyekî din va li Erziromê sermayê li ser jiyanê tesîreke neyênî kir. Li bajêr hin kanî û hewzên xemlê qerimîn, bi baniyên avahiyan va şembelûk çêbûn. Welatî gava di rê û peyarêyên qerimî da meşiyan, zehmetî kişandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE