Li Qers, Agirî û Erdexanê welatî ji ber sermayê zehmetiyê dikişînin.
Li Qersê duh berf barî û piştî berfê jî sermayê dest pê kir.
Qiravî di ser dar û nebatan da ket, welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe da ku ji sermayê mihefeze bikin.
Li Înqayaya gundê Sariqamîşê av ji boriyê za di encamê da qeşaya 3 mêtroyî çêbû. Li gundê Taşlîguneyê jî şirşirnegên piçûk cemidîn.
Li Agirî û Erdexanê jî rê û peyarê cemidîn, li banê xaniyan şembelîk çêbûn.
Li depoya avê ya li Goristana Bajêr a Agiriyê jî şembelîkên qerase çêbûn.
AA