Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li wargehên herêmê bi şev hewaya herî sar bi 17 pileyên di binê sifirê da li Hecî Omera gundê Tekmana navçeya Erzurumê hat pîvandin.

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi 17 pileyên di binê sifirê da li Tekmana navçeya Erzurumê hat pîvandin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û sayî be.

Germahiya hewayê ew ê ji ya demsalê zêdetir be, bayê ji aliyê başûr ra rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Erzurum û Ağrı di binê sifirê da 8, li Karsê di binê sifirê da 6, li Iğdır û Erzincanê di binê sifirê da 4, li Ardahanê di binê sifirê da 3 pile hat pîvandin.

Li wargehên herêmê bi şev hewaya herî sar bi 17 pileyên di binê sifirê da li Hecî Omera gundê Tekmana navçeya Erzurumê hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Karsê 13, li Iğdırê 12, li Erzincanê 10, li Ardahanê 7, li Ağrıyê 4, li Erzurumê 3 pile be.

Qalindahiya berfê li Erzurumê 7, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 50 li Navenda Xweşiqitandinê ya Sarıkamışa Karsê 25, li Navenda Xweşiqitandinê ya Konaklıya Erzurumê 19 santêm hat pîvandin.

Rayedar dibêjin dibe ku cemed çêbe û mij bikeve ji bo vê dibê welatî baldar bin û tevdîrên xwe hildin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE