Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar li Erdexanê hat pîvandin.

Li Rojhilatê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi 19 pileyên di binê sifirê da li Goleya navçeya Erdexanê hat pîvandin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û sayî be.

Germahiya hewayê ew ê qasî 3-4 pileyan ji ya demsalê zêdetir be, bayê ji aliyê başûr ra rabe.

Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Erdexanê di binê sifirê da 10, li Agirî û Qersê di binê sifirê da 9, li Erziromê di binê sifirê da 7, li Îdirê di binê sifirê da 5 û li Erzincanê di binê sifirê da 4 pile hat pîvandin.

Li wargehên herêmê bi şev hewaya herî sar bi 19 pileyên di binê sifirê da li Goleya navçeya Erdexanê hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Qersê 11, li Îdir û Erzincanê 10, li Erzirom û Erdexanê 7, li Agiriyê 6 pile be.

Qalindahiya berfê li Erziromê 5, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 50 li Navenda Xweşiqitandinê ya Sarîqamîşa Qersê 25, li Navenda Xweşiqitandinê ya Qonaxliya Erziromê 19 santêm hat pîvandin.

Rayedar dibêjin dibe ku cemed çêbe û mij bikeve ji bo vê dibê welatî baldar bin û tevdîrên xwe hildin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE