Li rojhilat rewşa hewayê

Li dora Erzirom, Erzingan, Agirî û Erdexanê hêza ba di saetê da wê di navbera 40-70 kîlomêtro da be...

Li rojhilat rewşa hewayê

 Li Rojhilatê Anadoluyê barana gur wê bibare û bayekî xurt rabe.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn tê texmînkirin li giştiyê herêmê hewa wê pir ewrayî be.

Li dora Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê car caran barana gur wê bibare, paşê baran û birûsk wê bi hev ra çêbibin.

Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ba wê ji hêla rojava û rojavayê başûr nerm, car caran jî nîveqewî wê rabe. Hêza ba wê li dora Erzirom, Qers, Agirî û Îdirê di saetê da di navbera 40-70 kîlomêtro da be.

Li herêmê germahiya herî bilind a rojê jî wê li Tunceliyê 27, li Îdirê 25, li Erzinganê 22, li Agiriyê 21,  li Erziromê 16, li Qersê 15, li Erdexanê jî 13 pile be.

Ji ber bayê xurt rayedaran hişyarî da welatiyan ku bila ew baldar bin.

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE