Li rojhilatê rêwîtiya şivanan ya bi zor û zehmet

Koçerên li herêma Elcewaza navçeya Bidlîsê dijîn keriyên pêz dibin bintara Çiyayê Nemrûdê. Pezê heta êvarê tê çêrandin çaxê roj diçe ava ji bona bidoşin tînin gund. 

Li rojhilatê rêwîtiya şivanan ya bi zor û zehmet

Li Erdîşa navçeya Wanê û Elcewaza navçeya Bidlîsê şivan pezê xwe ji bona biçêrînin dibin bintara Çiyayê Nemrûdê û piştî çêrandinê jî êvarê vedigerin.

Ji ber dagera pêz ya di nav toz û xubarê da dîmenên balkêş derdikevin meydanê. Li Erdîşê taxê Kasimbagiyê şivan keriyên pêz ji bona biçêrînin dibine zozanan. 

Koçerên li herêma Elcewaza navçeya Bidlîsê dijîn keriyên pêz dibin bintara Çiyayê Nemrûdê. Pezê heta êvarê tê çêrandin çaxê roj diçe ava ji bona bidoşin tînin gund. 

Piştî dotinê şivan pêz cardin dibin bintara Çiyayê Nemrûdê. Berêvarê dema şivan pezê xwe bi rê dixin dîmên balkêş derdikevin holê.

Ji şivanan Orhan Emen daxuyanî da û got ku ew debara malbatên xwe bi heywandariyê dikin û wiha axivî: "Em şîrê xwe didoşin û diken mast, penêr û tiştên din. Em penêrê xwe axlêbe difiroşine bajêr û navçeyên derûdor. Heywanên me şer li bintara Çiyayê Sîpanê dimînin. Ji ber toza radibe em diwestin."AA

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE