Li Rojhilatê rêya 179 gund û mezreyan girtî ne

Li Muş, Bitlis û Hakkariyê berf û bagerê rêya 179 gund û mezreyan girt.

Li Rojhilatê rêya 179 gund û mezreyan girtî ne

Li Hakkariyê ji duh va berf dibare û ya 30 gund û 91 mezreyan hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin. Li deverên bilind qalindahiya berfê cî bi cî derketiye 3 mêtreyan û ekîb di vekirina rêyan da tengasiyê dikşînin.

- Bitlis

Li Bitlisê Midûrê Rê û Gîhandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku rêya 50 gundên ser navend û navçeyan girtî ne û ji bo vekirina rêyan xebat dewam dikin û ekîb seba rewşên neyênî amade ne.

- Mûş

Li Muşê jî berf û bagerê rêya 8 gundan girt. Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur ragihand ku ji bo vekirina rêyan xebat dewam dikin.

Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê jî daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku li bajêr rêyên girtî hemû hatin vekirin û ekîb seba rewşên neyênî amade ne.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be û berfê bibare. Serê sibê û bişev qeşa û cemed û cî bi cî mij tê payîn.

Germa hewayê wê li gor demsalê be.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Vanê 3 pile, li Muşê pileyek, di binê sifrê da li Hakkariyê 4, li Bitlisê 2 pile tê payîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 12:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE