Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê li pênc bajaran rêya 267 tax û gundan hat girtin.
Li Erziromê ji ber berfa ku demeke dibare banê kargeh û xaniyan berf û qeşa girt, rêya 73 taxan hat girtin.
Xebatkarên Şaredariya Mezin a Erziromê ji bo berfa gihîştiye 29 santîmêtroyî paqij bikin hewl didin.
- Erzingan
Li Erzinganê ji ber berf û bagerê rêya 71 gundan hat girtin.
Îdareya Taybet a Bajêr daxuyand li navçeya Çayirliyê 5, Îliçê 20, Kemahê 6, Kemaliyeyê 12, Otlukbeliyê 3, Refahiyeyê 15 û Tercanê 10 bi tehavî rêya 71 gundan ji ber berfê hat girtin.
Hat raghihandin 14 tîm, bi 9 greyder, 4 kamyon, 8 kepçe û makîneyên berfê ra hewl didin rêyan vekin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî rêya 119 gundan ji ber berfê hat girtin.
7 tîmên Îdareya Taybet a Bajêr dixebitin ku rê bên vekirin.
Ji ber erizeya xetên ceyranê li 38 gundan ceyran çûn.
- Agirî
Li Agiriyê ji duh şev pê va berf dibare.
Welatî ji ber berf, serma û qeşayê zehmetiyê dikşînin.
Îdareya Taybet a Bajêr a Agiriyê daxuyand rêya gundekî ji ber berfê hat girtin, ew hewl didin rê bê vekirin.
- Qers
Li Qersê jî rêya 3 gundan ji ber berfê hat girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr dixebitin ku rê bên vekirin.
Hin welatiyan ji ber sermayê betaniye û xalîçe avêtin li ser wesayîtên xwe.