Li rojhilatê rêya 735 gundên 6 bajaran hat girtin

Li rojhilatê rêya 735 gundên 6 bajaran hat girtin

Li Erzirom, Erzincan, Qers, Îdir, Erdexan û Tunceliyê ji berf û bage rêya 735 gund û wargehan hat girtin.

Ji ber berfa demek e bi navber dibare bayê li herêmên bilind radibe rêya 44 gundên Erziromê, 85 gundên Erzincanê, 81 gundên Qersê, 15 gundên Erdexanê, 38 gundên Îdirê û 71 gundên Tunceliyê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û şaredariyan ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

Li van bajaran xêncî van rêyan gelek rê jî hatin vekirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE