Li Rojhilatê rêya gelek gund û taxan ji ber berfê hat girtin

Li tevahiya bajêr berf û bagera ku duh bi şev barî rêya 748 taxan girt.

Li Rojhilatê rêya gelek gund û taxan ji ber berfê hat girtin

Li Hema Rojhilata Anadoluyê ji ber berf û begarê rêya 1220 gund û taxan hat girtin.

Li tevahiya bajêr berf û bagera ku duh bi şev barî rêya 748 taxan girt.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Ji aliyekî din va berf û bagerê duh rêya Erzirom-Çat-Bîngolê girt û ji ber şert û mercên neyênî yê hewayê rê venebû.

- Erzincan

Li gor daxuyaniya ku ji Îdareya Taybet a Erzincanê hat dayîn, berf û bagerê rêya 3 gundên ser navenda Erzincanê, 48 gundên navçeya Çayirliyê, 30 gundên navçeya Îlîçê, 10 gundên navçeya Kemahê, 21 gundên navçeya Kemaliyê, 10 gundên navçeya Otlukbeliyê, 50 gundên navçeya Refahiyeyê, 45 gundên navçeya Tercanê û 4 gundên navçeya Uzumluyê girt.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr bi 11 ekîb, 8 qirêder, 4 kamyonên berfok, dozerek, 8 kepçe û makîneyên berfê va dixebitin ku rêyan vekin. 

- Tuncelî

Li Tunceliyê piştî barîna berfê ji navçeyan li Pulumurê rêya 37 gundî, li Pertekê rêya 17 gundan, li Ovacikê rêya 18 gundan, li Nazimiyeyê rêya 14 gundan, li Mazgirtê rêya 36 gundan, li Hozatê rêya 14 gundan, li Çemîşgezekê rêya 4 gundan û rêya 22 gundên ser navenda bajêr hatin girtin.

8 ekîbên girêdayî Midûriya Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr, ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

- Erdexan

Li Erdexanê berf barî û bager rabû, li deverên bilind gur bû. Rêya 42 gundên bajêr hat girtin.  

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî xebat da destpêkirin.

Rêya Erdexan û Posofê hat vekirin

- Qers

Li Qersê berf bi navber dibare û berfê rêya 10 gundên ser navendê, gundekî Akyakayê, 2 gundên Dîgorê, 29 gundên Sarîqamişê, 2 gundên Selîmê girt. 

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 17:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE