Li Rojhilatê sermaya herî zêde li Karsê hat pîvan

Li herêmê bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da li Karsê 13, li Ardahanê 11, li Erzurumê 10, li Ağrıyê 6, li Tunceliyê 4, li Erzincanê 3, û Iğdırê 1 pile hat pîvan.

Li Rojhilatê sermaya herî zêde li Karsê hat pîvan

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê sermaya herî zêde di bin sifirê da 13 pile li Karsê hat pîvan.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê pir û parçe ewrayî be û her wiha sibehê zû û nîvê şevê cemed, hişkî, mij û bûsî dê çêbe.

Li herêmê germahî dê di asta demsalê da be û tê texmînkirin ku ba jî dê ji bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da li Karsê 13, li Ardahanê 11, li Erzurumê 10, li Ağrıyê 6, li Tunceliyê 4, li Erzincanê 3, û Iğdırê 1 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 10, li Iğdırê 9, li Erzincanê 8, li Karsê û Ağrıyê 2, li Erzurumê 1, li Ardahanê  di bin sifirê da 1 pile be.

Sitûrahiya berfê li navendên kaşûnê li Palandokenê 124, li Sariqamîşê 84 û li Konakliyê 54 santîmêtro hat pîvan.

Li herêmê welatî û rayedar divê hember xetereya şepeyê ya li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye, cemed û hişkiyê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tevdîrên xwe hildin.

Ji hêla din va li Ardahanê piştî barîna berfê Gola Çildirê ya ku rûyê wê cemed girtiye û hawirdara wê bi xêliya spî nixumî û dîmenên xweşik derxisitin holê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE