Li Rojhilatê sewqiyeta heywanên qurbanê digel Kovîd-19ê zêde bû

Li Erzuruma ku yek ji bajarên sereke yên Tirkiyeyê yên heywandariyê ye, firotan û sewqkirina heywanên qurbanê dilê heywandaran xweş kir

Li Rojhilatê sewqiyeta heywanên qurbanê digel Kovîd-19ê zêde bû

Li Erzuruma ku çandinî û heywandarî lê berbelav e, digel cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) li gorî par sewqa pez û dewarên qurbanê ya ji bo bajarên mezin zêdetir bû.

Li Erzuruma ku yek ji bajarên sereke yên heywandariyê ye û bi 1,6 milyon hektarî va jî ji sedî 11ê çêreya Tirkiyeyê lê ye, liv û tevgera berî Eyda Qurbanê hem dilê heywandaran xweş, hem jî rûyê kiriyaran geş kir.

Li bajarê ku hebûna wê ya pez û dewaran bi qasî milyonek û 628 hezarî ye, ji ber ku biha li gorî par neguherîn, firotina qurbanan zêde bû.

Digel şewbê firotan û sewqiyeta bo bajarên mezin zêde bû û lewma kêfa heywandaran jî hat. 

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgeha Erzurumê Osman Akar di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku sewqiyeta heywanên qurbanê ya berî cejnê, ji temînan derbas bû.

Akar bal kişand ku Erzurum li herêmê ji wan bajarên sereke ye ku lê heywandarî tê kirin û wiha dewam kir, "Par sewqiyeta me ya dewaran 25 hezar bû, îsal ev hejmar ji niha va dora 30 hezarî ye. Pez jî gihîştiye 35 hezarî. Em li bendê ne ku liv û tevger di rojên dawîn da zêdetir bibe."

Heywandar Şahin Aydin ku ji Erzurumê heywanên qurbanê sewq kir, diyar kir ku firotanên berî cejnê rind in û wiha dewam kir, "Em ê qurbanan bibin Stenbolê. Piyase jî zehf rind e, yên ku dikirin jî yên ku difiroşin jî zehf memnûn in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE