Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê da hat diyarkirin ku ji ber berf û bagera li hêlên bilind rêya 2 wargehan hat girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.
Li Özalp û Çaldıranê germahiya hewayê dakete di binê sifirê da 20 pileyî.
Ji ber sir û sermayê qirayî ket, mij rabû û mesafeya dîtinê gelekî kêm bû.
- Muş
Li Muşê piştî barîna berfê hewa zehf sar bû û rûyê Çemê Qeresuyê cemed girt.
Li çemê rûyê wê bi tevahî cemidî dîmenên xweşik derketin holê.
Ji ber mija li rêbejaya Muş-Bitlisê ket mesafeya dîtinê gelekî kêm bû, di çûyîn hatinê da kêmasî çêbû.
- Hişyariya ji bo cemedê
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat gotin ku hewayê ewrsayî be dibe ku berdestê sibê û bi şev erd bicemide, mij bikeve û pûk rabe. Tê texmînkirin ku carcaran berfê bibare.