Li rojhilatê welêt bandora sir û sermayê berdewam e

Li tevahiya herêmê li ciyên ku xetereya şepeyê heye, welatî û yên têkildar divê baldar bin. 

Li rojhilatê welêt bandora sir û sermayê berdewam e

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya ev demek e berf û bager bi bandor e, bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê de bi 19 pileyan va li Agiriyê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be û binavber berf dê bibare.

Tê texmînkirin berfê bêtir dê li Erzingan û dewrûberê bibare û her wiha hişkî û cemed dê çêbe.

Li herêmê nîvê şevê û destê sibehê jî mij û bûsî û her wiha hişkî dê çêbe û her wiha ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev pileya germê ya herî nizim di bin sifrê da li Agiriyê 19, li Qersê 18, li Erdexanê 13, li Erziromê 10, li Îdirê 8, li Erzingan û Tunceliyê jî 5 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 3, li Îdir û Erzinganê sifir, di bin sifirê da li Agirî û Erziromê 1, li Erdexanê 5 û li Qersê jî 6 pile be.

Li tevahiya herêmê li ciyên ku xetereya şepeyê heye, welatî û yên têkildar divê baldar bin. 

Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê sir û serma

Li Erzirom, Agirî, Qers û Erdexanê ji ber sir û sermayê cemed çêbû û her wiha kanî û şadirwan qerimîn û şembelîk bi baniyan va çêbûn.

Ekîbên şaredariyê xebatên berfverotin û rêxwêkirinê dikin.

Li Tunceliyê barîna berfê

Li Tunceliyê jî berfa ku serê sibehê dest pê kir, tesîreke neyînî li jiyanê dike. 

Stûriya berfê li navenda bajêr gihîşt metreyekê, li Ovacix, Nazimiye û Pulumurê jî gihîşt bi qasî 2 metreyan.

Ekîbên berfê xebatên vekirina rêyên girtî yên tax û gundan didomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE