Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewayê li gor demsalê be, li 4 bajaran car caran şilî û şilope wê bibare.
Li gor daxuyaniya Midûrieyata Herêma 14an a Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku li Mûş, Wan, Bidlîs û Hekariyê hewa ewravî be, car caran şilî û şilope wê bibare.
Li bendê ne ku li herêmên bilind berf bibare û germahiya hewayê li gor ya demsalê dewam bike.
Bi şev germahiya hewayê li Wan û Bidlîsê di bin sifirê da 1, li Hekariyê 1 û li Mûşê jî 3 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Wan, Mûş û Hekariyê 9, li Bidlîsê jî 5 pile be.
Li gor texmînan li ser Behra Wanê hewayê ewravî be û car caran şilî bibare, ba ji rojhilat û bakurê rojhilat ra bê.
Dîroka nûkirinê: 27 Mijdar 2018, 17:42