Li rojhilatê welêt barîna berfê binavber didome

Li rojhilatê welêt barîna berfê binavber didome

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya ev demek e berf û bager bi bandor e, bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê de bi 16 pileyan va li Qersê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be û binavber berf dê bibare.

Li herêmê nîvê şevê û destê sibehê jî mij û bûsî û her wiha hişkî dê çêbe û her wiha ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev pileya germê ya herî nizim di bin sifrê da li Qersê 16, li Agiriyê 13, li Erziromê 11, li Erdexanê 10, li Erzinganê 9, li Îdirê 6 û Tunceliyê 4 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Îdir, Erzingan û Tunceliyê sifir, di bin sifirê da li Agiriyê 1, li Erziromê 2, li Erdexan û Qersê jî 7 pile be.

Li tevahiya herêmê li ciyên ku xetereya şepeyê heye, welatî û yên têkildar divê baldar bin. 

- Erzirom dîsa di bin berfê da ye

Li Erziromê bi şev dîsa berf barî û bajêr spîçîl bû.

Ekîbên şaredariyê dest bi xebatên berfê kirin.

- Li Qers û Erdexanê sir û serma

Li Qers û Erdexanê jî ji ber barîna berfê û her wiha sir û sermayê rê û peyarê di bin berfê da man û cemed girtin. Ekîbên şaredariyê û yên rêbejayê xebatên paqijkirina berfê û rêxwêkirinê didomînin.

- Erzinganê berf dibare

Li Erzinganê jî bi barîna berfê va stûriya berfê li navenda bajêr gihîşt 30 santîmetreyî û ekîbên şaredariyê xebatên berfê didomînin.


Dîsa ekîbên rêbejayê jî li rêbejaya Erzingan-Sêwas, Erzingan-Erzirom û Erzingan-Gumuşhaneyê xebatên vekirina rê didomînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE