Li rojhilatê welêt berf dê tesîra xwe bidomîne

Tê texmînkirin, li aliyê rojavayê Erzinganê barana gumrah û şilope dê bibare, li ciyên bilind jî berfeke zêde dê bibare.

Li rojhilatê welêt berf dê tesîra xwe bidomîne

Hat ragihandin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê dê bidome.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa dê perçe û pir ewrayî be, binavber şilope û berf dê bibare.

Tê texmînkirin, li aliyê rojavayê Erzinganê barana gumrah û şilope dê bibare, li ciyên bilind jî berfeke zêde dê bibare.

Li herêmê her wiha germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li hemberî rewşên neyînî yên wekî lehî, astengiyên di veguhestinê da, cemed û hişkiyê divê welatî baldar bin.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Îdirê 7, li Tunceliyê 4, li Agirî û Erzinganê 3, li Erdexan û Erziromê 2, li Qersê jî sifir pile be.

Li herêmê bi şev pileya germê ya herî nizim li Erzingan û Tunceliyê 2, li Îdirê 1, di bin sifirê da li Qersê 5, li Erdexanê 4, li Agiriyê 3 û li Erziromê jî 2 pile hat pîvan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE