Li rojhilatê welêt bi tesîra sermayê çem qerimîn

Li rojhilatê welêt bi tesîra sermayê çem qerimîn

Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê ji ber sir û sermayê beşeke mezin a çeman qerimî.

Bi tesîra sermayê li Erziromê şadirwanên mizgeftan qerisîn, rê û peyarêyan cemed girt.

Beşeke mezin a Çemê Kûrayê yê li Erdexanê qerimî.

Li Agiriya ku cobar qerimîn jî baniyan şembelîk girt.

Li Qersê jî her wisa çem û cobaran cemed girt.

Li bajêr ekîbên şaredariyê cemeda li ser peyarêyan paqij kir, welatiyan jî wesayîtên xwe ji ber sermayê bi betanî û cilikan va nixumandin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE