Li Rojhilatê welêt hewaya sar

Li rojhilatê welêt hewaya herî sar li Erdexanê hat pîvandin.

Li Rojhilatê welêt hewaya sar

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi 11 pileyên binê sifirê va li Erdexanê hat pîvandin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî be û ber destê sibê bi şev cemedê çêbe mijê bikeve û pûkê rabe.

Germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bajêr ji aliyê başûr û başûrê rojhilat ra rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê di binê sifirê da 11, li Qersê di binê sifirê da 10, li Agiriyê di binê sifirê da 8, li Erzirom û Îdirê di binê sifirê da 2, li Tuncelî û Erzincanê di binê sifirê da pileyek hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Tunceliyê 11, li Îdirê 9, li Erziromê 8, li Erzincanê 7, li Agiriyê 4, li Qersê 3 û li Erdexanê jî di binê sifirê da pileyek be.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE