Li rojhilatê welêt ji bo 4 parêzgehan hişyariya cemed, qerm û şepeyê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, li seranserî herêmê hewa dê parçe û pir ewrayî be, danê nîvro li dewrûbera Bidlîs û Mûşê û her wiha danê êvarê jî li bakur û rojavayê başûrê wanê berf dê bibare.

Li rojhilatê welêt ji bo 4 parêzgehan hişyariya cemed, qerm û şepeyê

Li rojhilatê welêt ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya şepe, cemed û hişkiyê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, li seranserî herêmê hewa dê parçe û pir ewrayî be, danê nîvro li dewrûbera Bidlîs û Mûşê û her wiha danê êvarê jî li bakur û rojavayê başûrê wanê berf dê bibare.

Li herêma ku germahiya hewayê dê di bin asta demsalê da be, ba dê ji bakur nerm, li dewrûbera Mûş û Bidlîsê jî carinan xurt dê were.

Tê texmînkirin, germahiya herî zêde ya nava rojê di bin sifirê da li Wanê 4, li Mûşê 6, li Bidlîs û Hekariyê jî 8 pile be.

Her wisa tê texmînkirin, li herêmê cemed û hişkî dê çêbe û li hin ciyan jî mij û pûsî dê çêbe. Ji ber ku li berpal û kendalan rîska şepeyê heye, mirov divê baldar bin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE