Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê wê şilope û berf bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa dê perçe û pir ewrayî be, ji danê nîvro şûn va jî şilope û berfê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê gorî demsalê be û bayê ji alî başûr va bê jî wê car caran bandora xwe zêde bike.
Germahiya hewayê di bin sifirê da li Tunceliyê 1, Erzincanê 3 û di bin sifirê da jî li Qers û Erdexanê 6, Agiriyê 3, Erzirom û Îdirê jî 1 pile hat pîvandin.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Îdirê 7, Tunceliyê 5, Erzincanê 4, Erziromê 2, Qers û Erdexanê sifir û li Erdexanê jî di bin sifirê da 3 pile be.