Li Rojhilatê welêt rewşa hewayê

Li Rojhilatê Anadoluyê ji ber sermayê cemed çêbû

Li Rojhilatê welêt rewşa hewayê

Li Erzirom, Agirî, Qers û Erdexanê welatî ji ber sermayê tengasiyê dikişînin.

Li Erziormê ji ber sermayê li rê û peya rêyan cemed çêbû.

Ekîbên şaredariyê berf paqij kir û xoy reşand.

- Agirî

Li Agiriyê jî banê xaniyan cembelîk girt.

Li bajêr rûyê çem û ava cemidî, camên xanî û wesayîtan qeşa girt.

Welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe da ku ji sermayê mihefeze bikin.

- Qers

Li Qersê jî ji ber sermayê av cemidî.

Li banê avahiyan cembelîk çêbûn û dîmenên werdegên li dora avê li xwarinê digerin hat kişandin.

- Erdexan

Li Erdexanê çem û golan qeşa girt.

Hin welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe da ku ji sermayê mihefeze bikin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE