Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê dê binavber bidome.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin li herêmê şilope û berf dê bibare û barîna şilope û berfê dê binavber bidome.
Li herêmê her wiha germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev pileya germê li Erziromê 2, li Agiriyê 3, li Erzinganê 4, li Îdirê 7, li Tunceliyê 8 û di bin sifirê da pileyek jî li Qers û Erdexanê hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 11, li Erzingan û Agiriyê 5, li Erziromê 4, li Qersê 2 û li Erdexanê jî pileyek be.
Li herêmê li hemberî rewşên neyînî yên ji ber barîna berfê, divê welatî û kesên eleqedar baldar û bitedbîr bin.
AA