Li Wan, Mûş, Bidlîs, Hekariya bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê rêyên 109 gundan yên ji ber berf û bagerê hatibûn girtin hatin vekirin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku li 14 wargehan rêyên ji ber berf û bagerê hatibûn girtin hatin vekirin û ji bo vekirina rêya 4 wargehan jî xebat dewam dikin.
- Mûş, Bidlîs û Hekarî
Li navend û navçeyên Mûşê rêya 35 gundan bi destê ekîbên Midûriyeta Xizmetên Gihandinê û Rê yên Îdareya Taybet a Bajêr hat vekirin.
Li ciyên bilind welatî berfa li ber deriyên xwe paqij dikin û heywandar jî li ser berfê heywanên xwe alif dikin.
Li Çengiliya gundê Mûşê qalindahiya berfê gihîşte 20 santêmî, zarokan dawiya hefteyê wekî firsend dîtin ji berfê bûka berfê çêkirin û bi berfê lîstin.
Li Bidlîsê rêya gundekî ji ber berf û bagerê hatibû girtin, ekîbên Midûriyeta Xizmetên Gihandinê û Rê yên Îdareya Taybet a Bajêr rêya girtî vekirin.
Li navend û navçeyên Hekariyê jî duh rêya 19 gund û 40 goman hat vekirin, ekîbên paqijkirina berfê li herêmê xebatên firehkirina rêyan xebatên xwe didomînin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat destnîşankirin ku li herêmê hewayê ewravî û ewrsayî be, li başûrê rojavayê Wanê, dorberê Mûş û Bidlîsê şilope û berfê bibare.
Bi şev û ber destê sibê cemedê çêbibe, mijê bikeve û pukê rabe.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da li navendên bajaran germahiya hewayê herî zêde li Bidlîsê 1, li Hekariyê 3, li Mûşê 6, li Wanê 7 pile be.
AA