Li Rojhilata Anadoluyê berf tê payîn

Li herêmê bi şev germa herî kêm di bin sifrê da bi 19 pileyî va li Erdexanê hat pîvan...

Li Rojhilata Anadoluyê berf tê payîn

Li Herêma Rojhilata Anadoluyê bi navber berf wê bibare.

Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê tê payîn ku hewa ewrsayî û pirewrayî be û ji êvarê pê va li Erzincanê, ji bi şev pê va jî li tevahiya herêmê bi navber berf wê bibare.

Li herêmê bi şev û serê sibê qeşa û cemed tê payîn û germa hewayê wê li gor demsalê be.

Bi şev germa hewayê di bin sifrê da li Erdexanê 19, li Qersê 16, li Erzirom û Erzincanê 9, li Agiriyê 8, li Îdirê 4, li Tunceliyê pileyek hat pîvan.

Nava rojê germa herî zêde jî li Îdirê 7, li Erzincanê 5, li Tunceliyê 3, di bin sifrê da li Qers û Erziromê pileyek, li Erdexanê 2 pile, li Agiriyê 3 pile tê payîn.

Li navendên kaşûnê yên herêmê qalindahiya berfê li Palandokena Erziromê 90, li Konakliyê 82, li Ergana Erzincanê 86, li Sariqamîşa Qersê 79, li Yalnizçama Erdexanê 27 santêm hat pîvan.

Rayedaran ji bo qeşa, cemed û mijê hişyarî da welatî û şofêran ku baldar bin.  AA

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE