Ji bo Hekarî, Bitlîs û navçeyên Wanê yên li başûr hişyariya barîna berfê û talûkeya şepeyê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li giştiyê herêmê hewa pirewrayî û dem bi dem berfê bibare, li Hekarî, Bitlîs û aliyên başûrê Wanê cî bi cî berfeke zêde tê payîn.
Li herêmê cemed û qeşa, cî bi cî mij û moran, germa hewayê jî ji demsalê kêmtir tê payîn.
Bi şev germa hewayê di bin sifirê da li Wanê 2, li Hekariyê 6, li Bitlîsê 3 û li Mûşê pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa herî zêde li Wanê 4, li Hekarî û Mûşê 2, li Bitlîsê sifir pile tê payîn.
Li ser Gola Wanê hewa pirewrayî û berf tê payîn.
Ji ber ku li Hekarî, Bitlîs û navçeyên Wanê yên li başûr berfeke zêde tê payîn, dibe ku di çûyîn û hatinê da tengasî derkeve, liu deverên berwar şepe rabe û qerm û cemed çêbe. Ji bo van rewşên neyênî hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.
AA