Li Rojhilata Anadoluyê hişyariya lehî û aşîtê

Ji bo Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya lehî, hezaz û aşîtê hat dayîn...

Li Rojhilata Anadoluyê hişyariya lehî û aşîtê

Ji bo Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya lehî, hezaz û aşîtê hat dayîn

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê kêmewrayî û pirewrayî derbas bibe.

Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, tê texmînkirin ku ba jî wê ji milê başûr û başûrê rojavayê sivik û car caran jî wê nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî kêm li Agiriyê 2, li Erzincanê 5, li Îdirê 8 û di bin sifirê da li Erziromê 3 û li Qersê 1 pile hat pîvan. 

Tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde dê li Îdirê 20, li Erzincanê 15, li Qers 12, li Erzirom û Erdexanê 10 û li Agiriyê jî wê 9 pile be.

Rayedaran hişyarî da ku ji ber barîna berfê li ciyên bilind aşît, ji ber barîna baranê jî dibe ku li hin ciyan lehî û hezaz çêbibe û ji ber vê bila welatî baldar û bi tevdîr bin.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 17:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE