Ji bo Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya qeşa û cemedê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê kêmewrayî û pirewrayî derbas bibe.
Tê payîn ku germa hewayê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm di bin sifrê da li Agirî û Erdexanê 3 pile hat pîvan. Li Qersê pileyek, li Erziromê 2, li Îdirê 5, li Erzincanê 8 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 18, li Erzincanê 17, li Qersê 12, li Erzirom, Agirî û Erdexanê 11 pile tê payîn.
Ji ber ku li herêmê bişev û serê sibê qeşa û cemed tê payîn, seba giştiyê herêmê hişyarî hat dayîn. Her wiha ji bo deverên bilind jî hişyariya şepeyê hat dayîn.
AA