Li Herêma Rojhilata Anadoluyê berf û bagerê rêya 139 tax û gundên Wan, Mûş û Hekariyê girt.
Ji Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hat ragihandin ku li bajêr berf û bagerê rêya 120 taxan girtiye.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo vekirina rêyên navçeyên Miks, Başkale, Gevaş û Gurpinarê xebat dewam dikin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 11em a Rêbejan hat dayîn, li giştiyê herêmê rêyên sereke yên girtî tunene.
- Mûş
Li Mûşê berf bi navber dibare û berfê li giştiyê bajêr rêya 9 gundan girt.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan xebatan didomîne. Ekîbên Şeftiya Şaxa Mûşê ya 13em a Rêbejan rêyan paqij dikin û xoyê dikin.
Ji ber berfê ekîban alîkarî da wesayîtên ku di rê da man û ew hişyar kirin û bê zincîr bi rê nekevin.
Ekîbên Şaredariya Mûşê jî berfa li ser kolan û kuçeyan davêje.
- Hekarî
Li gor agahiya ku ji Walîtiyê hat hildan, berf û bagerê rêya gundek û 9 mezreyên ser navenda bajêr girt.
Ji bo vekirina rêyan ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr dixebitin.
AA