Li Rojhilata Anadoluyê serma û seqem

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla başûr jî car caran wê ba rabe.

Li Rojhilata Anadoluyê serma û seqem

Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da 22 pileyî va li Agiriyê hat pîvan. 

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn li hemû herêmê hewa wê ewrayî be, li derûdorê Erziromê berf wê bibare û şev û serê sibê jî dibe ku cemed, qeşa û mij çêbibe.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla başûr jî car caran wê ba rabe.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm di bin sifirê da li Agiriyê 22 pile, li Qersê û Erdexanê 21, li Îdirê 9, li Erzinganê 6 û li Tunceliyê jî 3 pile hat pîvan.

Li gor texmînê nava rojê germahiya hewayê ya herî zêde wê li Îdir û Tunceliyê 4, li Erzinganê 1, di bin sifirê da li Erdexanê 8, li Agiriyê 6, li Qers û Erziromê wê 4 pile be.

Qalindahiya berfê li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê 90, li Konakliyê 75, li Erganê 88, li Sariqamîşê 79 santîm û li Yalnizçamê jî 28 santîm hat pîvan.

Rayedaran ji ber cemed, qeşa û hişkiya serê sibê û şev hişyarî da welatiyan.AA

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2019, 11:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE