Li Rojhilata Anadoluyê serma û seqem

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn li hemû herêmê hewa wê ewrayî be û şev û serê sibê jî dibe ku cemed, qeşa û mij çêbibe.

Li Rojhilata Anadoluyê serma û seqem

Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da 19 pileyî va li Agiriyê hat pîvan. 

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn li hemû herêmê hewa wê ewrayî be û şev û serê sibê jî dibe ku cemed, qeşa û mij çêbibe.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla başûr jî car caran wê ba rabe.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm di bin sifirê da li Agiriyê 19 pile, li Qersê 17, li Erziromê 16, li Erdexanê 12 û li Erzingan û Tunceliyê 8 û li Îdirê jî 2 pile hat pîvan.

Li gor texmînê nava rojê germahiya hewayê ya herî zêde wê li Îdirê 3, li Erzinganê sifir, di bin sifirê da li Erdexanê 7, li Agirî û Qersê 6, li Erziromê 5 û li Tunceliyê jî wê 1 pile be.

Qalindahiya berfê li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê 103, li Konakliyê 75, Sariqamîşê 90 santîm, li Erganê 88 û li Yalnizçamê jî 30 santîm hat pîvan.

Rayedaran ji ber cemed, qeşa û hişkiya serê sibê û şev hişyarî da welatiyan.

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE