Li Herêma Rojhilata Anadoluyê bi şev germa hewayê ya herî kêm di bin sifirê da bi 20 pileyî va li Qersê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat hildan, li gor texmînê li herêmê hewa wê ewrsayî û sayî be, cemed, qerm û xumam û cî bi cî mij tê payîn.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da li Îdirê 3, li Erzincan û Agiriyê 8, li Erziromê 14, li Erdexanê 18 û li Qersê 20 pile hat pîvan.
Nava rojê jî germa herî zêde li Îdirê 10, li Erzincanê 8, li Qersê pileyek di binê sifrê da li Agirî û Erziromê pileyek û li Erdexanê 2 pile tê payîn.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 28, li Erziromê 21, li Erdexanê 14 û li Qersê 9 santêm hat pîvan.
Li navendên kaşûnê qalindahiya berfê jî li Konakliya Erziromê û li Ergana Erzincanê 90, li Palandokena Erziromê 88, li Sarîqamîşa Qersê 79 û li Yalnizçama Erdexanê 24 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo şepe, qeşa û cemed û mij û xumamê hişyarî da ku welatî baldar bibin.
AA
Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2019, 17:53