Li Wan û Hekariyê berf û bagerê rêya 63 tax û gundan girt.
Ji Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hat ragihandin ku li bajêr berf û bagerê rêya 60 taxan girt.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li navçeya Miksê rêya 15, li Başkaleyê rêya 8, li Gevaşê rêya 7, li Gurpinarê rêya 21 û li Çatakê rêya 9 taxan girtî ye û ji bo vekirina rê xebat dewam dikin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 11em a Rêbejan hat dayîn, li giştiyê herêmê rêyên sereke yên girtî tunene.
- Hekarî
Li gor agahiya ku ji Walîtiya Hekariyê hat hildan, berf û bagerê rêya gundek û 2 mezreyên ser navenda bajêr girt.
Ji bo vekirina rêyan ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr dixebitin.
- Mûş
Li Mûşê di encama xebata ekîban da rêya 150 gund û 100 mezreyî hat vekirin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeymus Yentur ragihand ku ekîb heta nîvê şevê xebitîn û rêya gund mezreyan vekir.
- Bitlîs
Duh bi şev li Xelata navçeya Bitlîsê berfê dest pê kir û hê dibare.
Berfê navenda navçeyê spî kir û dîmenên xweş çêbûn.
AA