Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf û bagerê rêya 69 tax û gundên Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê girt.
Ji Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê hat ragihandin ku berf û bagerê li navçeya Miksê rêya taxekê, li Başkaleyê rêya 16, li Gurpinarê rêya 27 taxan girt.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo vekirina rêyan xebat dewam dikin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 11em a Rêbejan hat dayîn, li giştiyê herêmê rêyên sereke yên girtî tunene.
- Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeymus Yentur ragihand ku berf û bagerê rêya 4 gund û 15 mezreyan girt.
Yentur diyar kir ku ji bo vekirina rêyan xebat dewam dikin.
Ekîbên şaredariyê jî berfa kuçe û kolanan davêjin.
- Hekarî
Li gor agahiya ku ji Walîtiya Hekariyê hat hildan, berf û bagerê rêya gundek û 2 mezreyên ser navenda bajêr girt.
Ji bo vekirina rêyan ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr dixebitin.
- Bidlîs
Li Bidlîsê berf û bagerê rêya 3 gundan girt.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya gundan xebatên xwe didomînin.