Li Rojhilata Anadoluyê zivistan

Ji Şaredariya Bajarê Mezin ê Vanê hat ragihandin ku li giştiyê bajêr berfê rêya 59 taxan girtiye.

Li Rojhilata Anadoluyê zivistan

 Li Hema Rojhilata Anadoluyê berf û bagerê rêya 107 tax û gundên Van, Bitlîs, Mûş û Hekariyê girt.

Ji Şaredariya Bajarê Mezin ê Vanê hat ragihandin ku li giştiyê bajêr berfê rêya 59 taxan girtiye.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin seba vekirina rêyên girtî dixebitin û ji duh vir va rêya 199 taxan hat vekirin.

- Bitlîs û Muş

Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bitlîsê Umît Kurtkan daxuyand ku li giştiyê bajêr berfê rêya 22 gundan girt, seba vekirina rê xebat bê navber didomin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeymus Yentur jî û got ku berf û bagerê rêya 15 gundan girt û ekîb seba vekirina rêyên girtî dixebitin.

- Hekarî

Li gor agahiya ku ji Walîtiya Hekariyê hat hildan, berf û bagerê rêya gundek û 2 mezreyên ser bajêr, li navçeya Şemdînliyê jî rêya 7 mezreyan girt.

Ji bo vekirina 11 gund û mezreyan ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr dixebitin.AA

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2018, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE