Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm a bi şev li 6 bajaran di bin sifirê da hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be û serê sibê cemed, cih cihan jî mij û dûman wê çêbibe.
Germahî wê li gor demsalê be, herwiha ba jî wê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Erzincan û Erdexanê 4 pile, li Îdir û Erziromê 5, li Agiriyê 10 û li Qersê jî 13 pile hat pîvan.
Herwiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Erzincanê 11, li Îdirê 9, li Agiriyê 8, li Erzirom û Qersê 7, li Erdexanê jî wê 5 pile be.
AA