"Li Rîzeyê cihên di bin lehiyê da man dê wek Herêma Afadê bên îlankirin"

Serokomar Erdogan ragihand ku li Rîzeyê cihên ku di bin lehiyê da man dê wekî Herêma Afadê bên îlankirin.

"Li Rîzeyê cihên di bin lehiyê da man dê wek Herêma Afadê bên îlankirin"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got ku "Kesên ku ji xeynî wekî tenekeya vala deng derdixîne, siyaseta derew, bêbextî, îstismarê pê va tu gotinên wan tune kîjan îtifaqê ava dikin bila bikin ji gelê me bersivê nabîne."

Erdogan di merasima vekirina Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê, avahiya xizmetê ya ewlehiya bajêr, bazara heywanên zindî û projeyên din ên hatine temamkirin da xitabî welatiyan kir. Erdogan got ku "Kesên ku ji xeynî wekî tenekeya vala deng derdixîne, siyaseta derew, bêbextî, îstismarê pê va tu gotinên wan tune kîjan îtifaqê ava dikin bila bikin ji gelê me bersivê nabîne."

- Pêvajoya çareseriyê

Erdogan di axaftina xwe da behsa pêvajiya çareseriyê kir û ev gotin: "Me di dawiya pêvajoyê da dît ku armanca rêxistinên terorê û şaxên wan ên siyasî lêgerîna heqê nîne, tetbîqkirina ajandaya wan a tarî ye. Heke hê jî kesên hewl didin ku ji felaketa welat û gelê xwe ji xwe ra meqamek bi dest bixin hebin bila di nav kîna xwe da bixeniqin û biçin. Em ê hembêzkirina hemû Tirkiyeyê bidomînin."

- Lehiya li Rîzeyê

Serokomar Erdogan ragihand ku li Rîzeyê cihên ku di bin lehiyê da man dê wekî Herêma Afadê bên îlankirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE